Hat ragihandin li Celalabada Efxanistanê du teqîn pêk hatin, di encama teqînên ku pêk hatin de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Walîtîya Nangarharê Ataullah Hogyanî ve daxuyanîyek hat dayîn. Hogyanî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir sedema teqînê hêj nayê zanîn.

Hogyanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji kesên ku mirine 2 kes zarok in û ji birîndaran jî 8 kes wezîfedarên ewlehîyê ne.

Hêj teqîn ji teref tu kesî ve li ser xwe nehatiye girtin.(ÎLKHA)