Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê encamên hilbijartinên herêmî de daxuyanî da û encaman nirxand. Saglam di daxuyanîya ku da de destnîşan exlebeyê hilbîjêran beşdarî vê hilbijartinê bûye û ew daxwaz dike ku encamên hilbijartinan ji millet, memleket û ummeta Îslamê re bibin wesîleya xêran.
Saglam di daxuyanîya ku da destnîşan kir armanca hilbijartinan tezahurkirina îradeya azad a gel e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Ev îrade ew ê yan birêveberîyên heyî di îdarê de bigire yan jî ew ê biguherîne. Ji ber vê yekê divê temamê partîyan encamên hilbijartinan baş bixwînin û mecbûr in ku peyama ku ji ser encaman bê dayîn baş fam bikin.”
“Divê pêvajo bi şikleke adil û şeffaf bê birêvebirin”
Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir millet tercîh û wezîfeya xwe kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo ku tercîha millet ji sindoqan derkeve, tu guhartin çênebin temamê şexs û sazîyan ji vê yekê mesûl in. Rê û rêbazên îtîrazkirina ji encaman re diyar in. Divê pêvajo bi şikleke adil û şeffaf bê birêvebirin. Di serî de ew namzedên ku ketin pêşbirkê û dû re temamê partîyên din divê encaman qebûl bikin û hûrmetê nîşanî îradeya gel bidin.”
“Milletê me ji wan kesên namzed ên ku xwestin bibin temsîlkarên wan bi aqiltir hereket kirin”
Saglam di berdewama axavtina xwe de diyar kir berîya temamê hilbijartinan nîqaş, cudahî, yekîtî û tifaq çêdibin ku ev yek jî rewşeke asayî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lê belê ji bo çend deng û kursî zêdetir bên girtin derxistina rageşî û tevlîhevîyê û di nav millet de berberî derxistin ne ya qebûlkirinê ye. Mixabin ev rageşî û tevlîhevî bûn sedem ku li çend deran xwîn birije û însan bimirin. Digel temamê helwestên hinek siyasetmedaran ên ku bûn sedema rageşîyê ji xeynî van her du bûyeran ev hilbijartin li gorî wan hilbijartinên borî aramtir derbas bû ku sedema vê jî ev e:Milletê me ji wan kesên namzed ên ku xwestin bibin temsîlkarên wan bi aqiltir hereket kirin.”
Saglam di dawîya axavtina xwe de diyar kir hilbijartin xelas bûne û pêvajoyeke nû dest pê kiriye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Partîyên siyasî û nûnerên wan divê bi ziman û gotineke nû li ser meseleyên rastî yên millet birawestin da ku bên çareserkirin.”(ÎLKHA)