Weqfa Kerwana Umûdê ya ku bi alîkarîyên însanî yên ku li nava welêt û li derveyî welêt dike dengê xwe li derdorê daye hesandin xebatên xwe yên alîkarîyê yên li Yemenê didomîne.
Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cengîz Kurtaran derbarê xebatên alîkarîyên yên ku li Yemenê tên kirin de daxuyanî da. Kurtaran di daxuyanî ku da de destnîşan kir li gelek herêmên Yemenê însan hewil didin di bin şert û mercên giran de bijîn ku ew ji bo van kesan hewl didin alîkarîyê bikin.
“Xelkê Hudeydê ji ber birçîbûnê bi mirinê re rûbirû maye”
Kurtaran di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir pêdivîya xelkê Yemenê herî zêde bi xurek, derman û mamaya zarokan heye ku ew jî hewl didin di vî warî de ji wan re bibin alîkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Yemenê herêma ku herî zêde lê zehmet tê kişandin Hudeyde ye. Rewş li hinek derên wê êdî ber bi xelayê ve diçe û însan ketine nava kefa birçîbûnê. Ji ber şer û dorpêçê malbatên li wê derê terka malên xwe dkin û koçî hinek herêmên din dikin. Hinek ji wan jî di nav haleke wisa de ne ku nikarin rabin li ser pîyan û terka mala xwe bikin û biçin dereke din.”
“Zarok li ber çavên dê û bavên xwe ji birçîna dimirin”
Kurtaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê Yemenê ketiye nava haleke wisa ku nikarin pêdivîyên xwe yên sereke tedarik bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku maaş hatin birîn xelk bi bêkarîyê re rûbirû man. Digel vê yekê bûhayê hemû tiştî zêde bû, debar zehmet bû û pêdivîyên sereke nikarin bên tedarikkirin ku di netîceya van hêmanan de zêdetir însan ji van tiştan tesîrdar bûn. Her roj zarok li ber çavên dê û bavên xwe dimirin ku ev yek meriv perîşan dike. Digel birçîbûn û xelayê şob jî bûye bela serê xelkê Yemenê. Birayên me yên xêrxwaz ên li Tirkîyê ji vê rewşê re bêdeng neman û destê alîkarîyê dirêjî wan kirin. Em wek Weqfa Kerwana Umûdê alîkarîyên xêrxwazan di meha adarê de ji Yemenîyan re belav kir. Di nav van alîkarîyan de alîkarîyên mîna xurek, mamaya pitikan, amûrên paqijîyê, derman û hwd. Alîkarîyên me gihaştin ji bi hezarana malbatên Yemenî.”
Kurtaran di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê li Yemenê xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin ku ew ji ber vê yekê li benda alîkarîya kesên xêrxwaz in.(ÎLKHA)