Ji teref Wezareta Karên Hundir ê Almanyayê destnîşan kir di sala 2018an de li Almanyayê 813 sûcên ku pê Misliman û camî hatine hedefgirtin hatine kirin.

Hat diyarkirin di sala 2017an de jî dîsa li Almanyayê li hember Misliman û camîyan 950 sûc hatine kirin.

Tê diyarkirin sûcên ku hatine kirin sûcên mîna; birîndarkirin, heqaret, di nav gel de belavkirina nefretê, zirardayîna li mal, îhlala destnedayîna mal, bikaranîna sembolên Nazî ne.

Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin li tevahîya Almanyayê dijmintîya li hember Îslam û Mislimanan zêde dibe.(ÎLKHA)