Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve  ji bo rojhilat û başûrê rojhilat hişyarîya barana zêde hat kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin li bajarên bi navê Bîngol, Semsûr, Diyarbekir, Mêrdîn, Êlih û Sêrtê dibe ku barana zêde bibare.

Di berdewama daxuyanîyê de ji welatîyan re ji ber barana ku îhtîmal e zêde bibare hişyarî hat kirin da ku haya xwe ji xwe bikin û bi tedbîr hereket bikin.(ÎLKHA)