Hat ragihandin li Îranê ji ber barana zêde ya ku ev bû du heftî dibare hejmara mirîyan derket 57an.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Sazîya Rewşa Acîl ê Îranê Mocteba Xalidî ve daxuyanîyek hat dayîn. Xalîdî di daxuyanîya ku da destnîşankirin ji ber lehîyê tevde 57 kes jiyana xwe ji dest dan û 478 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)