Hat ragihandin Serokomarê Cezayîrê Abdulazîz Buteflîka bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew dev ji wezîfeya xwe berdaye û îstîfa kiriye.
Doh daxuyanîyeke fermî ji teref Serokomartîyê ve hatibû belavkirin û hatibû destnîşankirin ew ê Buteflîka berîya 28ê Nîsanê îstîfa bike û ev îstîfakirin dê “ ji bo domdarîya sazîyên dewletê yên di heyama derbasbûnê de” bê kirin.
Abdulzîz Buteflîkayê ku ev 20 sal in serokomartîya Cezayîrê dike ji ber xwepêşanên gel namzedîya xwe ya heyama 5emîn vekişandibû;lê belê îstîfa nekiribû. Ji ber xwepêşanên ku bênavber berdewam kirin Buteflîka mecbûr ma ku îstîfa bike.(ÎLKHA)