Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve derbarê encamên mulakatên devkî de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin encamên mulakatên devkî hatine weşandin û kesên ku ketibûn mulakata devkî dikarin ji ser malpera "dibbys.diyanet.gov.tr" yê li encaman binêrin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin divê di navbera 1-7ê Nîsanê de tercîh ji ser "dibbys.diyanet.gov.tr"yê bên kirin û ew ê encam di 8ê Nîsanê de ji ser malpera "dibbys.diyanet.gov.tr"yê bên daxuyandin.(ÎLKHA)