Hat ragihandin li Mêrdînê ji ber barana ku doh êvarî zêde barîya lehî rabû, ji ber lehîyê li Qoser û Artukluyê gundên bi navê Sellax, Hêşerî, Tolik, Meskeynter, Boxazîya Mezin û Xanikayê axûr û malên ji kerpîç hilweşîyan. Ji ber bûyerên ku pêk hatin tiştek bi tu kesî nehat; lê belê gelek heywan telef bûn.
“Gelek mal di bin avê de man”
Welatîyê bi navê Abdulhalîm Çîftçî derbarê mijarê de diyar kir ji ber baranê li Taxa Îpekê gelek mal di bin avê de man û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji sisêyê nîvê şevê ve ez li derva me. Ji ber lehîyê gelek mal zirar dîtin û mirîşk telef bûn. Min li ewlehî û MARSÛyê gerîyam û hatin. Lê belê tiştekî ku bikin tunebû. Her der di bin avê de mabûn. Ji doh êvarî vir ve ceyran tune ye. Nexasim malên ku bi erdê ve bûn di bin avê de man.”
“6 donim pîvaz û 20 donim genim di bin avê de man û mirîşk telef bûn”
Mehmet Kinoyê şênîyê taxê jî diyar kir derdora sisêyên şevê de lehî rabû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “6 donim pîvaz û 20 donim genim di bin avê de man û mirîşk telef bûn. Hêj baran dibare. Me dewarên xwe xelas kir; lê belê mirîşkên cîranan di ber avê re çûn û telef bûn. Mala hinek cîranan jî di bin avê de ma û zirar dîtin.Em dixwazin ku mexdûrîyeta me bê çareserkirin.”
“Mala me hilweşîya, 100 hezar lîre zirara me heye”
Mehmet Kocabagê şênîyê Taza Eşmeyî jî destnîşan kir ji ber lehîya ku rabû mala wî xera bûye û 100 hezar lîre jî zirara wî heye. Kocabag dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mala me ji kerpîçê bû û hilweşîya. Temamê amûrên di malê de û 50 mirîşkên min çûn. Ji ber ku mal hilweşîya temamê amûrên di hundir de zirar dîtin. Tu tiştekî me nema, bi zorê me xwe xelas kir. Dê û bavê min her yek bi alîyekî de çûn. Qîza birayê min 2 caran bêhiş ket û ew rakirin nexweşxanê. Em mexdûr in, ji rayedaran alîkarîyê dixwazin.”(ÎLKHA