Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve derbarê Filistînîyên ku di xwepêşanên Meşa Vegerê ya Mezin ên ku ji 31ê Adara sala 2018an dest pê kirin û heta îro berdewam kirin de şehîd bûn de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji roja ku xwepêşan dest pê kiriye heta îro di êrîşên siyonîstan de 50 jê zarok 277  kes hatin şehîdkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê hejmara birîndaran de hat diyarkirin di êrîşên ku ji teref siyonîstan ve hatin kirin de 30 hezar û 369 kes birîndar bûn ku 3 hezar û 175ê wan zarok û hezar û 8ê wan jî pîrek in.(ÎLKHA)