Hat ragihandin Bulent Kokogluyê ku li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê heqaret li kesên bi tesettur kir hat binçavkirin.

Bulent Kokogluyê ku ji Îzmîrê hat Stenbolê di vîdyoya ku li balafirgehê kişand de ji pîrekên bi tesettur re heqaretan kir û got “Kesên bi tesettur ên pîs, nînja, kezikên reş.”

Kokogluyê ku vîdyoya kişand dibêje ew ji Îzmîrê hatiye û di dema qeydkirina vîdyoyê de pîrekeke bi tesettur di pey re derbas dibe û kê re jî heqaretan dike.

Hovê bi navê Bulent di vîdyoya ku li balafirgehê qeyd kir de ji kesên bi hîcab re dibêje “bêterbîye û bêexlaq” û dijmintîya xwe ya li hember kesên mutedeyyîn verişîya. Ji hov û bêedebê ku ji kesên bi hîcab re dijmintî kir û ji wan re got “li her derê kesên pîs ên nixûmandî û bi hîcab hene, kezikên reş û nînja” re li ser medyaya civakî bertekên tund hatin nîşandan.

Ji ber heqaretên ku hatin kirin Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê derbarê Kokoglu de lêpirsîn da destpêkirin û derbarê wî de qerara binçavîyê da.

Kokogluyê ku derbarê wî de qerara binçavîyê hat dayîn  hat girtin û li emnîyetê ket jêpirsînê. Kokoglu dê ji sûcê “tahrîkkirina xelkê ji bo dijmintîyê” derkeve hemberî hakim.(ÎLKHA)