Hat ragihandin  li Dakkaya paytexta Bangledeşê di avahîyeke 19 qetî de şewat derket. Ji ber şewata ku derket gelek kes di avahîyê de mahsûr man.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Dakkaya paytexta Bangledeşê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di avahîyeke 19 qetî de şewat derket. Ji ber şewata ku derket gelek kes di avahîyê de mahsûr man.

Ji bo kesên ku mahsûr mane bên rzigarkirin xebat hatin destpêkirin. Tê diyarkirin hinek kesên ku di avahîyê de mahsûr mane xwe ji avahîyê avêtin xwarê ku ji ber vê yekê kesek jiyana xwe ji dest da.

Di dîmenên ku ji cihê bûyerê hatine girtin de tê dîtin ku şewatê di demeke kurt de temamê avahîyê girtiye û  hawar û qêrîna kesên ku li dora avahîyê civîyane tê bihîstin.(ÎLKHA)