Serokê Amerîkayê Donald Trump îşxala çeteyên siyonîst û terorîst a li Girên Golanê bi şikleke fermî nas kir. Trump qerarnameya ku pê desthilatdarîya siyonîstan a li Girên Golên tê naskirin îmze kir.


piştî vê qerara Amerîka re Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî derbarê vê  mijarê de civîya. Di encama civîna ku hat kirin de 14 endamên Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kirin ew Girên Golanê yên ku di bin îşxalê de “ne axên îsraîlê” ne.

Siyonîstên terorîst ji sala 1967an Girên Golanê yên ku axên Sûrîyê ne îşxal kiriye.(ÎLKHA)