Hat ragihandin çeteyên siyonîst û terorîst doh êvarî bi balafirên şer êrîşî baregaha Tugayên Îzzedîn el-Qassam kirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama êrîşa ku hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat.
Berî vê 3rojan di wextên şeveqê de ji Xeta Xazzê roket hatibû avêtin û roket îsabetî avahîyeke li Tel Avîvê kiribûn ku di encama vê bûyerê de 7 siyonîst birîndar bûbûn. Çeteya terorê ji vê bûyerê Hamasê bertewan kiribû; lê Hamasê bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribûn tu eleqeya wan bi meselê re tune ye.
Piştî vê bûyera ku pêk hat re siyonîstên terorîst 50 êrîş birin li ser Xazzê û di encama êrîşan de 10 Filistînî birîndar bûn.(ÎLKHA)