Hat ragihandin ji ber baran ku zêde barîya li Guçlukonaka Şirnexê Çemê Botanê bi serve çû.Ji ber ku çem bi serve çû mînîbûsek digel rêwîyên tê de di rê de mahsûr ma û rêya 5 gundên bi navê Çevrîmlî, Koçtepe, Yatagankaya, Gumuşyazi û Dugunyurduya girêdayê Guçlukonakê hat girtin.

Ji ber ku çem bi serve çû rêwîyên gundan digel wesayîtên xwe di avê de mahsûr man. Ji bo kesên ku mahsûr mane bên rizgarkirin xebat hat destpêkirin.(ÎLKHA)