Ji teref Hamasê ve hat diyarkirin bi navbeykarîya Misirê li Xazzê agirbest hat îlankirin.
Fewzî Berhûmê Berdevkê Hamasê derbarê mijarê de destnîşan kir “Bi navbeynkarîya Misirê agirbest hat îlankirin û agirbest ket rewacê.”
Serokê Buroya Hikûmeta Filistînê yê li Xazzê Selame Marûf jî derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê temamê sazîyên dewletê xebatên xwe wek her car bimeşînin.
Berî vê du rojan di wextên şeveqê de ji Xeta Xazzê roket hatibû avêtin û roket îsabetî avahîyeke li Tel Avîvê kiribûn ku di encama vê bûyerê de 7 siyonîst birîndar bûbûn. Çeteya terorê ji vê bûyerê Hamasê bertewan kiribû; lê Hamasê bi daxuyanîya ku belav kiribû destnîşan kiribûn tu eleqeya wan bi meselê re tune ye.(ÎLKHA)