Hat ragihandin li Şîraza Îranê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de 11 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku zêde barîya li Şîraza parêzgeha Îranê lehî rabû. Ji ber lehîya ku rabû nêzî 200 wesayît di ber avê re çûn.
Serokê Sazîyên Rewşa Acîl ê Îranê Pîr Huseyîn Kolîvend derbarê mijarê de diyar kir ji ber lehîyê 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran ji ber îhtîmala lehîyeke din û hezaza erdê hişyarî li welatîyan kirin.(ÎLKHA)