Hat ragihandin li Bidlîsê ji ber berfa ku ev 2 roj in bênavber dibare rêya 99 gundan hat girtin.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Xizmetên Ragihandin û Rê yê Îdareya Taybet ê Bidlîsê Umît Kurtkan ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Kurtkan destnîşan kir ji ber berfa ku ev 2 roj in bênavber dibare rêya 99 gundan hat girtin, ji bo rêyên gundan bê vekirin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)