Hat ragihandin li Şirnexê piştî barana ku zêde barîya lehî rabû, di encama lehîya ku rabû de wesayîtek di ber avê re çû û 2 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li Taxa Konaka Şirnexê pêk hat. Tê diyarkirin ajokar Mustafa Yavuz û qîza wî bi hewl danên xwe ji wesayîtê derketin; lê belê Emîne Yavuza dîya ajokar û Gul Nazîka xanima ajokar di wesayîtê de asê man û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî ku xeber hat dayîn re yekîneyên AFADê û ambûlans hatin cihê bûyerê û termên mirîyan ji wesayîtê derxistin.(ÎLKHA)