Ji teref  Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo Hekkarî, Bidlîs, Mûş, Êlih, Sêrt û Şirnexê hişyarîya berfê hat kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin  îşev ji nîvê şevê pêve ew ê li başûrê rojhilatê Anatolîya Rojhilat  û sibe jî li Hekkarî, Bidlîs, Mûş, Êlih, Sêrt û Şirnexê berf tesîra xwe zêde bike.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hişyarî li gel hat kirin da ku bi tedbîr bin.(ÎLKHA)