Hat ragihandin siyonîstên terorîst doh êrîşî Filistînîyên ku di bergeha Meşa Mezin a Vegerê de xwepêşan li dar dixistin kirin, di encama êrîşa siyonîstên îşxalker û terorîst de 2 Filistînî şehîd bûn û 55 Filistînî jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin di encama êrîşa siyonîstên terorîst de  2 xortên Filistînî yên 29 û 18 salî şehîd bûn û 55 Filistînî jî birîndar bûn.(ÎLKHA)