Ji teref Serokê Amerîkayê Donald Trump ve derbarê Girên Golanê yên ku ji sala 1967an vir ve di bin îşxalê de ne ve daxuyanîyek hat dayîn. Trump di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî belav kir de destnîşan kir êdî wext e ku desthilatdarîya rejîma siyonîst a li Girên Golanê bê naskirin.

Erdogan di civîna Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ya ku li Stenbolê bi rojeva qetlîama li New Zelandê hat tertîpkirin de derbarê daxuyanîyên Serokê Amerîka Donald Trump de destnîşan kir “Em ê qetîyen destûr nedin ku îşxala li Girên Golanê bê meşrûkirin.”(ÎLKHA)