Hat ragihadin çeteyên siyonîst û îşxalker yên ku her roj zilm û zordarîyê dikin û êrîşên hovane dibin li ser Mislimanan vêcarê li El-Xelîlê êrîş birin li ser mektebekê û hewl dan zarokekî 8 salî li mektebê li ber çavên mamosteyên wî desteser bikin.

Di vîdyoyên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de tê ditin siyonîstên terorîst berê çekên xwe didin zarok û mamosteyên wî.

Mamosteyên ku li mektebê ne hewl didin ji siyonîstan re bibin astang.(ÎLKHA)