Lijneya Ewlehîya Neteweyî ya Tirkîyê di serokatîya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de civîya. Piştî civîna ku 4 seat nîv berdewam kir re daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn.  Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di civîna ku hat kirin de mijarên Sûrîyê, hilbijartinên herêmê yên 31ê Adarê û êrîşa terorê ya xaçperest a li New Zelandê hat gotûbêjkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin êrîşa terorê ya li New Zelandê ya ku tê de însanên bêsûc û bêguneh bi şikleke hovane hatine qetilkirin bi tundî hat şermezarkirin.(ÎLKHA)