Hat ragihandin li Acipayama Denîzlîyê di mezinahîya 5.5an de erdhejek pêk hatibû ku tê diyarkirin piştî vê erdhejê li ser hevdû 172 erdhejên biçûk pêk hatin.
Ji ber erdhehên ku pêk hatin ji camîyan anons hat kirin da ku gundî nekevin xanîyên xwe û ceyranê bi kar neyênin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Denîzlîyê Hesen Karahan ve daxuyanîyek hat dayîn. Karahan di daxuyanîya xwe ya ku da destnîşan kir; li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber erdhejê tiştek bi tu kesî nehatiye û xebatên yekîneyên AFADê berdewam dikin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber erdhejê 30 mal xera bûne û 22 kes bi şikleke sivik birîndar bûne.(ÎLKHA)