Hat ragihandin li Wêranşara Rihayê otomobîl û mînîbus li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 7 kes birîndar bûn.

Qeza doh êvarî li 20emîn kîlometreya Rêbeja Wêranşar-Rihayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîlek ji paşve li mînîbûsa bi plaqeya 51  MA 0080  qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 7 kesên bi navê Semîh Demîr, Khawla, Mansour, Rahma, Mohammad, Ramadan û Fayez Alhmedan birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn ji 7 kesên ku birîndar bûne 6 kesên Sûrîyeyî ne. (ÎLKHA)