Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber şoba ebolayê li Komareya Kongoyê ya Demokratîk jiyana xwe ji dest dan derket li ser 600î.

Wezareta Tenduristîyê ya Kongoyê  derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşandkirin ji tîrmeha sala borî vir ve ji ber şoba ebolayê li Kongoyê  heta niha 603 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyanîyên rayedaran li welêt di naveyna 8 mehên dawî de ji bo pêşîya şobê bê girtin derzî li bi deh hezaran kesî hatiye lêdan; lê belê ji ber ku herêm herêma şer e pêşîya şer nayê girtin.(ÎLKHA)