Hat ragihandin hejmara kesên ku li Endonezyayê ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 114an.

Şemîya borî li parêzgeha Papuaya Endonezyayê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabûbû ku ji ber vê lehîyê gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes  jî ji malên xwe bûbûn.

Li  gorî agahîyên dawî yên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket 114an û herî kêm 206  kes hêj winda ne û 150 kes jî birîndar bûne.

Li herêma ku lê lehî rabûye hêj xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)