Hat ragihandin Li Milê Xerbî ya Filistînê li nêzî parêzgeha Selfîtê vê şeveqê Mislimanekî Fîlîstînî li dijî siyonîstên terorîst çalakî li dar xist. Di encama çalakîya ku hat lidarxistin yek jê leşker 2 siyonîstên terorîst hatin kuştin û 2 jî giran birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku di çapemenîyê de hatine belavkirin Mislimanekî Filistînî li dijî leşkerên siyonîstên terorîst vê şeveqê çalakîya bi kêr lidar xist. Çalakvanê Filistînî bi kêrê leşkerekî siyonîst kuşt û rahişte çeka wî û dûre siyonîstekî din jî kuşt û 2yan jî birîndar kir.
Çalakvan piştî çalakîya xwe digel çeka siyonîstên terorîst ji cihê çalakîyê dûr bû.(ÎLKHA)