Li Parîsa Fransayê berî vê mehekê ji ber zêdebûna nirxa neftê xwepêşandara daketin kolanan û dest bi xwepêşanan kirin, xwepêşanên ku ji bo protestokirina nirxa neftê dest pê kirin piştî demekê bûn xwepêşanên dijberîya Macronê Serokomarê Fransayê. Xwepêşandar doh cardin xwe berdan kolanan û xwepêşanên xwe domandin.
Polêsan bi şiklekî tund bi xaz û avê mudaxaleyî xwepêşandaran kirin û di encama mudaxeleyê de bi dehan xwepêşandar hatin binçavkirin.(ÎLKHA)