Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin terorîstê xaçperestê ku li New Zelandê di camîyê de qetlîam kir û 49 Mislimanan şehîd kir berî niha ji bo demekê li Tirkîyê maye.

Piştî ev agahî derket holê re tehqîqat hat destpêkirin da ku bê tespîtkirin dema ku terorîstê xaçperest li Tirkîyê maye bi kî re ketiye pêwendîyê. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin terorîstê xaçperest di navbera dîrokên 13ê Îlonê û 25ê Cotmehê ya sala 2016an de li Tirkîyê maye.(ÎLKHA)