Hat ragihandin destheqê rojane ya karkerên ziraatê di sala 2018an de li gor sala borî ji sedî 12,6 zêde bû û bû 74 TL.

Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Îstatîstîkên Tirkîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Li gorî daneyên ku ji teref TUÎKê ve hatin belavkirin; destheqê rojane ya karkerên ziraatê yên demsalî di sala 2018an de li gor sala borî ji sedî 12,6 zêde bû û bû 74 TL û destheqê mehane yên karkerên ziraatê yên daîmî jî ji sedî 14.0 zêde bû û bû 2 hezar û 117 TL.(ÎLKHA)