Hat ragihandin ew ê li tevahîya welêt hewa bicemide. Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ew ê ji îro pê ve hewa bicemidin û dê baran bibare.

Li gorî daneyên ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hatine belavkirin ew ê li herêma Marmara, Behra Spî ya Rojava, xerb û bakûrê Anatolîya Navîn, rojavaya Behra Reş û Behra Reş a Navîn û li derdora Edene û Osmanîyê dê baran bibare.(ÎLKHA)