Hat ragihandin li Behra Marmarayê li nêzî Karacabeya Bûrsayê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Birêveberîya Rewşa Acîl û Aferê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Li gorî daneyên ku hatine belavkirin li Behra Marmarayê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.(ÎLKHA)