Hat ragihandin li Tirkîyê di nav 6 mehan de îxracata  findiqan li gor heman 6 mehên dala borî  4 ton kêm bû.

Derbarê mijarê de ji teref Yekîtîya Îxracatvan û Berhemên Findiqan a Behra Reş ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin li Tirkîyê di nav 6 mehan de îxracata  findiqan li gor heman 6 mehên dala borî  4 ton kêm bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di nava 6 mehên dawî de ji îxracata findiqan 954 milyon û 265 hezar û 842 dolar hatiye bidestxistin ku di heyama borî de bi 1 milyar 86 milyon û 796 hezar û 622 dolaran findiq hatine firotin.(ÎLKHA)