Li Misirê di sala 2015an de bi wesayîta bombebarkirî êrîşek hatibû lidarxistin û di êrîşê de Serdozgerê Misirê Hîşam Berekat miribû ku di bergeha vê bûyerê de 9 xortên endamên Îxwanê bi vê êrîşê hatin sûcdarkirin û ji wan re cezaya îdamê hat dayîn. 9 xortên bi navê Ehmed Taha, Ebul Qasim Ehmed, Ehmed Cemal Hîcazî, Mahmud el-Ehmedî, Ebu Bekr es-Seyyîd, Abdurrahman Suleyman, Ehmed Muhammed, Ehmed Mahrus Seyyîd û Îslam Muhammed berî vê du rojan ji teref darbekeran ve hatin şehîdkirin.
Di nav kesên ku hatin şehîdkirin de lawê Muhammed Taha Wehdanê Endamê Ofîsa Rêbertîyê ya Îxwanul Muslîmun jî heye.
Gelê Mêrdînê yên ku derbarê şehadeta 9 xortên endamêm Îxwanê de axivî destnîşan kir ew vê bûyerê şermezar dikin û ji bo dawî li van bûyeran bê anîn divê ummeta Îslamê tiştinan bikin.
Mêrdînîyên ku derbarê mijarê de axivîn hest û ramanên xwe yên derbarê şehadeta 9 ciwanên endamên Îxwanê de wisa anîn zimên:
Ahmet Oruç: Ez Sîsîyê darbeker şermezar dikim. Xweda mekana wan ciwanan bike cennet.
Mehmet Beşîr Gargulî: Divê welatên Îslamê li dijî vê zilmê tiştekî bikin.
Îbrahîm Xelîl Gargulî: Ji bo dawî li vê zilma Sîsî bê anîn divê birêvebirên welatên Îslamê tiştinan bikin.
Huseyîn Arasan: Divê Tirkîye ji van zilman re bêdeng nemîne.
Mehmet Veske: Divê em bertek û reaksîyonê nîşanî wê neheqîya ku ji teref Sîsîyê zalim ve tê kirin re nîşan bidin.
Remezan Urun: Em lenetê li zilmê tînin.
Mehmet Ozturk: Em wan kesên ku qerarên îdamê dane telîn dikin.
Şeyhmus Ozdemîr: Ji bo cardin tiştên wisa pêk neyên divê Misliman bibin yek.(ÎLKHA)