Ji teref Zanîngeha Bitlîs Erenê ve li Salona Konferansê ya Navendî konferanseke bi navê “Siyaseta Bajêr û Beden” hat tertîpkirin. Şewirmendê Serokê Giştî yê AK Partî Yasîn Aktay beşdarî bê konferansa ku hat tertîpkirin bû û derbarê teşkîlata edlîyê de nirxandinan kir.
“Ger teşkîlata edlîyê nexebite dê temamê civakê xera bibe”
Aktay di axavtina xwe ya ku kur destnîşan kir ger dewleteke di navbera hêmanên cûda de hêmanekê ji bîr bike û bûbe sedem ku problem derkeve ew ê ew problem zirarê bide temamê bedenê û dû re wiha li axavtin xwe zêde kir: “ Ger di nav civakê de bêedaletî zêde bûbe û mudaxeleyî li wê derê nehatibe kirin û li wê meselê xwedî nehatibe derketin, ew problem dê zirarê bide temamê meseleyan. Ger li welatekî teşkîlata edlîyê digel ferd, hakim, dozger û bi temamê endamên xwe nexebite ew ê wê demê temamê civakê xera bibe û dê ji vê zirarê bibîne.”(ÎLKHA)