Ji teref Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve derbarê îhtîmala bicîkirina mûşekan a ji teref Amerîka ve li Ewrûpayê de daxuyanîyek hat dayîn.
Pûtîn di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ê bersivê bidin vê gava ku dê bê avêtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rûsya ew ê pêşbirka çekdarbûnê nede destpêkirin. Encax ger Amerîka li Ewrûpayê mûşekan bi cî bike em ê bersiv bidin wan. Em niha çek û teknolojîyên nû çêdikin.”(ÎLKHA)