Hat ragihandin di doza FETO ya ku li Diyarbekirê piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê hat vekirin û tê de 3 fermandarên berê dihatin darizandin de qerar derket. Di encama darizandina ku hat kirin de ji 3 fermandarên berê re cezaya hepsa muebbet hat dayîn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama darizandina ku li Mehkemeya Cezaya Giran a 8emîn a Diyarbekirê hat kirin de ji Tuxgeneral Denîz Kartepe, Tumgeneral Atîlla Darendelî û Efser Bulent Gurdogan re cezaya hepsa muebbet hat dayîn.(ÎLKHA)