Li gorî daneyên ku ji teref Rasatxaneya Kandîllî ve hatine belavkirin li nêzî Ayvacika navçeya Çanakkaleyê di mezinahîya 5.4an de erdhejek pêk hat. Tesîra erdhejê li Stenbol û Bûrsayê jî hat hîskirin.
Erdhej derdora seat 21.23yan de 8.4 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tesîra erdhejê li Stenbol, Bûrsa, Edîrne û li bajarên derdorê hatin hîskirin.
AFAD derbarê erdheja ku pêk hat de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin mezinahîya erdhejê wek 5 hatiye pîvandin.(ÎLKHA)