Hat ragihandin li rojhilata Xeta Xazzê di bergeha “Meşên Mezin ên Vegerê” de xwepêşan hatin lidarxistin. Siyonîstên terorîst û îşxalker êrîş birin li ser Mislimanên ku beşdarî xwepêşanan bûn. Di encama êrîşan de 7 Filistînî birîndar bûn.

Berî vê 2 rojan jî ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Xazzê ve hatibû daxuyandin ku di êrîşa siyonîstan de 17 kes birîndar bûne.

Di du êrîşên dawî yên ku ji teref siyonîstan ve hatin lidarxistin de tevde 26 Filistînî birîndar bûn. Her wisa di xwepêşanên ku hatine lidarxistin heta niha zêdetirî 230 Mislimanên Filistînî şehîd bûn.(ÎLKHA)