Doh li Nîvgirava Sînaya Misirê êrîşeke çekdarî li artêşa Misirê hatibû kirin û di êrîşa çekdarî de 15 leşkerên Misirî miribûn. Derbarê vê êrîşa çekdarî ya ku hêj nayê zanîn ji teref kî ve hatiye kirin û hêj ji teref tu kesî ve li ser xwe nehatiye girtin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin Hamas vê êrîşa ku hatiye kirin şermezar dike û vê êrîşa ku îstîqrar û ewlehîya hedef girtiye wek êrîşa terorê dibîne.

Di berdewama daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ev êrîş ji teref dijminên Misirê û ummetê ve hatiye kirin.

Li gorî daxuyanîyên ku tên belavkirin êrîş ji teref DAIŞê ve hatiye kirin.(ÎLKHA)