Hat ragihandin  li Kandahara Efxanistanê Talîban êrîşî baregaha leşkerî kir, di encama êrîşa ku hat kirin de 23 leşker kirin.

Li gorî agahîyên ku ji teref Talîbanê ve hatine belavkirin di êrîşa ku hat kirin de gelek çek û muhîmat hat bidestxistin û di çalakîyê de endamekî Talîban jî jiyana xwe ji dest daye.

Hikûmeta Kabîlê derbarê êrîaş ku hatiye kirin de daxuyanî da. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin 9 leşker û 16 endamê Talîban mirine.

Tê diyarkirin li herêmê pevçûn hêj berdewam dikin.(ÎLKHA)