Hat ragihandin Hîzbullah çend rayedarên payebilind ên îşxalkerên siyonîstan beşdarî koma Whatsapê kir û gefê li wan  xwar û got “întîqam nêz e.”

Bûyera gefxwarinê ji teref Gîlî Cohenê muhabîrê leşkerî yê rojnameya Haaretzê ve li ser twîtterê hat belavkirin.

Cohen di daxuyanîya ku bi sûreta Îmad Muxnîye  ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir de destnîşan kir “Hîzbullah çend rayedarên payebilind ên ku di siyaset, hikûmet û leşkerîyê de şewirmendîyê dikin beşdarî koma Whatsapê kir û gefê li wan  xwar û got întîqam nêz e.”

Cohen  di berdewama daxuyanîya xwe de sûreta Şehîd Îmad Muxnîye ya ku li ser nivîsa “Hedef eşkere û teqez e; hebûna îsraîlê ji holê rakirin” hatibû nivîsandin  parve kir û peyama gefxwarinê ya Hîzbûllah parve kir.(ÎLKHA)