Hat ragihandin li Entabê otobusa gel û kamyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Qeza li Taxa Taşlicaya navçeya Şehîtkamîlê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa gel a bi plaqeya 27 H 0090 a ku ajokarê wê Huseyîn Postalli bû û kamyona bi plaqeya 27 BOP 60 a ku ajokarê wê Nureddîn Balci bû li hev qelibîn. Di qezayê de 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)