Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna ku derbarê avahîya ku li Kartala Stenbolê hilweşîya û bû sedema mirina 21 kesan de hat destpêkirin de  3 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsînê de Suzan Çayira ku projeya avahîyê xêz kiriye,  Ugur Misirliogluyê mesûlê sepana teknîkî yê înşaatê û Arzu Keleş Borana ku ruxsata avahîyê daye  ji ber sûcê “bi taqsîr ji mirina çend însanan re sebebbûyîn”ê hatin binçavkirin.(ÎLKHA)