Hat ragihandin li başûrê rojhilatê Îranê êrîşa bombeyî li otobusa ku leşkerên Muhafizên Şoreşê vediguhast hat kirin, di encama êrîşê de 27 leşker jiyana xwe ji dest dan û 13 leşker jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li Sîstan û Belûcîstana nêzî sînora Pakistanê hat kirin. Êrîşa ku hat kirin ji teref rêxistina bi navê “Ceyşul Adl” ve li ser xwe hat girtin.(ÎLKHA)