Bekîr Pakdemîrlîyê Wezîrê Çandinî û Daristanê pêşniyazpirsa ku ji teref Parlementerê Nîxdê Omer Fethî Gurer ve ji meclîsê re hatibû teqdîmkirin bersivand. Wezîr Pakdemîrlî di bersiva ku da de destnîşan kir li 25 bajarên bi navê Adana, Afyonkarahîsar, Aksaray, Amasya, Artvîn, Balikesîr, Bîlecîk, Bolu, Çanakkale, Erzurum, Eskîşehîr, Gumuşhane, Hatay, Îdir, Îzmîr, Mereş, Kastamonu, Kayserî, Konya, Nevşehîr, Ordu, Sîwas, Tokat, Trabzonê ji ber nexweşîyên kartolan çandina kartolan hat qedexekirin.(ÎLKHA)