Hat ragihandin 7 leşkerên ku li Sêrtê di bergeha lêpirsîna FETO de hatibûn binçavkirin bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha lêpirsîna FETO ya ku li Sêrtê hat destpêkirin de Halîdun Erenê Efserê Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêra Sêrtê yê berê jî di nav de tevde 7 kes hatin binçavkirin. Ev 7 leşkerên ku hatin binçavkirin bi şerta kontrola edlî ji teref mehkemê ve hatin berdan.(ÎLKHA)