Hat ragihandin li 15 bajêr û gelek navçeyên wan ji ber berfa ku zêde dibare û mekteb bo îro hatin tatîlkirin.

Danezana tatîlkirina mekteban ji ser malpera walîtîyan hat daxuyandin. Di daxuyanîya ku li ser malpera Walîtîyên Nîgde, Aksaray, Ordu, Mêrdîn, Maraş, Nevşehîr,Semsûr, Wan, Sêrt, Qers, Agirî, Şirnex, Xarpêt, Bîngol û Bidlîsê hat belavkirin de hat diyarkirin ji ber berfa ku dibare mekteb bo îro hatin tatîlkirin.(ÎLKHA)